Dewatên Herêma Serhedê

June 13, 2017 | Autor: Ozan Aktekin | Categoria: Marriage
Share Embed


Descrição do Produto



Ev lêkolîn li ser dawetên Mûş Milazgirê hatiye nivîsîn.
çawa
Heftelix: heftane
Berbû hevala bûkê ye.
Birazava hevalê zavê ye.
Li herêmê 'Siwarkirin' jê re tê gotin.
Dawetên Herêma Serhadê
Çanda dawetan bi rastî jî di nav me Kurdan de ciyekî girîng digire. Gelê Kurd ji kêf û şahiyê pir hez dikin, ji ber vê yekê jî dawetên Kurdan wek mîna mîhrîcanan xweş û geş dibin. Lê belê di nav dawetên Kurdan de li gorî herêman cudahî derdikevin holê. Em vê cudahiya di nav dawetan de dikarin li her herêmê bibînin. Lewra çanda her herêmê cuda ye. Di çand û hûnera me de , di dîroka me de evîndarî pir muhîm e. Di çanda me de gelek çîrokên evîndariyê hene, mîna ku Mem û Zîn, Sîyabend û Xecê, Derwêş û Edûlê hwd. Bi rastî jî eşq tiştekî xweşik e û di navbera keç û xortan de jî gelek caran eşqê mezin çêdîbîn lê mixabin hemû aşiq jî nagêhêjin mirazê xwe, lê dema ku dighêjin mirazê xwe jî ew car bi daweteke mezin û geş re diçin ser mirazên xwe. Em niha ji herêma serhedê ji bajarê Mûşê mînakeke dawetan bidin, ka em lê binêrin ew dawetên xweş û geş çawa çê dîbîn.
Niha ji gundê Dêrik ê ku bi Milazgirê ve gîrêdayiye li ser dawetên wan em ê bisekinin. Gundê Dêrikê gundekî mezin e, nêzikê 300 mal di gund de hene û kêm zêde 1000 mirovî tê de dijîn. Dawetên vî gundî me pir xweşik û rengînên.
Destpêka Zewacê
Belê em niha ji serî de dest pê bikin, ka çika zewac çakî dibe û çakî dest pê dike. Li herêma Mûşê dema ku xortek bixwaze bizewice şertê pêşî divê eskeriya xwe kiribe. Piştî eskeriyê eger lawik ji xwe re keçek nedîtibe dê û bavên lawik li gor malbat, çand û ûrfa xwe ji lawê xwe re li keçekê digerin. Hin ciwan jî piştî eskeriyê diçin ji xwe re kar dikin ji ber ku qelenê rinda xwe temam bikin. Li herêma Mûşê nextê keçikan di navbera 10 an jî 20 zêrîn e (teqrîben dike 7-8 milyar). Belê em niha dest ji qelend berdin û herin destpêka zewacê, çi dibe û çi diqewime? Dema xortek dawa zewacê bike, ew xort carnan tiştên ecêb dike, mîna ku bixeyde, dema ku xort li maniyan digere, ew çax dê û bavên wî dizanin ku ew dixwaze ku bizewice. Ew tiştên ku min qala wan kir di çanda berê de hebûn, lê niha tiştên wisa kêm mane. Heger dildarîyeke lawik hebe, ew ji diya xwe re dibêje û diya lawik jî ji zilamê xwe re dibêje. Bi vî awayî bavê lawik diçe ji bavê keçikê re qala rewşa wan dike û heger ku bavê keçikê qebûl bike vê carê bavê keçikê diçe ji xanima xwe re behsa xwezgîniyan dike, xanima wî, jî ji keça xwe re dibêje, heger keç qebûl bike, rêya mala xwe didin xwezgîniyan. Malbata lawik diçe xwezgîniyê.
B) Xwezgînî
Bi gelemperî lawik û dê û bavên wî gelek caran digel wan xwişka lawik a mezin jî bi hev re diçin mala keçikê. Dema çûna mala keçikê, malbata lawikî bi xwe re tiştin xwarin û vexwarinên bi xwe re dibin. Dema ku çûn malbata lawik û malbata keçikê bi hev re mijûl dibin. Keçik ji mazûwanên xwe re çayê amade dike û pêşkeşî wan dike. Pişt re jî lawik û keçik, carna jî li gel wan xwişk an jî dotmameke keçikê bi wan re diçin odê û bihev re dipeyîvin. Di odê de ji şert û mercên xwe ji hev re dibêjin û heger keç û lawik li hev bikin, daxwaza xwe a zewacê ji dê û bavên xwe re dibêjin. Ku malbatan jî li hevkirin û ku qedera wan jî çêbibe, zewaca wan çêdibe. Piştî lihevkirinê dema şahiyê tê, yanê dema nîşanê tê. Nîşan, di zewacê de merhela herî serî ye, dema nîşanê malbata lawik ji bo nîşana xwe gustîl û bazinan xwe distînin. Her du alî jî ji bo nîşanê gazî heval, meriv û cîranên xwe dikin.
C) Nîşanî
Dema ku diçin mala keçikê, mazûvan ji mêvanan re xwarinê çêdikin. Piştî xwarinê bavê lawikî tevî mêvan û rûspiyan, gazî bavê keçikê dikin ku ji bo qelend biaxivin. Wê demê bavê keçikê û merivên wî fikrên xwe dibêjin eger ku bavê lawikî jî qebûl bike ew çax qelend tê birîn. Dema ku qelend tê birîn, bavê keçikê ji ber xatirê mêvanên xwe qelendê keça xwe hinek kêm dike. Piştî lihevkirinê re fatîha tê xwendin û nîşana wan dibe. Li cem me di navbera nîşan û dawetê de sê an jî çar meh hene. Piştî nîşanê di navbera sê an jî çar mehan de şahiyek çêdibe û em ji vê şahiyê re dibêjin heftelix. Heftelix berê mezinan, ji ber ku heftek piştî nîşanê dawet kirine, em ji vê dawetê re dibêjin heftelix lê wek hertiştî ev edatên mey ê berê jî hatine guhertin, niha çend meh piştî nîşanê dawet çêdibe.
Ç) Heftelix ( Heftane )
Heftelix şahî ye û dema keyf û reqsê ye. Heftelix pêşiya dawetê û tenê li mala bavê bûkê tê lidarxistin lê hemû tevdîrên heftelixê bavê zavê tînê cî.
Tevdîra heftelixê jî ev in: Gerek bavê zavê sazbendekî bigire (li ce me dibêjin orkestra). Gerek çerez (îmîş) bikire. Ji bo bûk û malbatê xelatan distîne. Di roja heftelixê de bavê bûkê destûr bide zava, ew diçe mala bûkê û tevlî heftelixê dibe, lê heger mala bûkê li ciyekî dûr be an jî xezûrê zavê destûr nede zava li mala xwe di nav xeyalên xwe de dimîne (piranî zava tevlî heftelixê dibe). Sibeha heftelixê, bûk, zava, berbû û birazavayî diçin kuafor û porên xwe çêdikin û kincên bûkanî û zavatiyê li xwe dikin.
Heftelix piştî nîvro dest pê dike û heya êvarê, piştî hina bûkê xilas dibe. Roja heftelixê mêvan û ciwanên hatine dawetê govend digerînin û roja xwe bi lîstikan diqedînin. Bi rastî jî gelek cûreyê govendê li hêla me hene wek mîna delîlo, cîda, koçerî, şêxanî, qilîçkî ya sivik û ya giran hene. Dema ku wextê hinê tê, keçik bûkê tînin holê. Dev û dora wê digirin, bi stranan re tepsiya hinê li ser serê bûkê digerînin. Bi coşeke mezin heftelixa xwe diqedînin. Mêvanên ku hatine dawetê jî û tevî malbata zavê vedigerin malên xwe lê bûk li mala bavê xwe dimîne. Bûkê piştî siwarkirinê diçe mala zavê.


D) Siwarkirin ( Merhaleya Dawî )
Siwarkirin merhaleya dawetê ya herî dawî û ya herî girîng e. Piştî heftelixê çar an jî pênç meh şûnve bûkê siwar dikin. Di navbera heftelix û siwarkirinê de malbata zavê tevî xelatin ku standine diçin mala bûkê. Xelatan didin mala bûkê û roja siwarkirinê diyar dikin. Wextê dawetê herî dereng di navbera heftêyek an jî deh rojan de eşkere dibe.
Di nava heftê de malbata zavê tevdîra dawetê dibînin. Tevdîra dawetê wiha ye: Bavê zavê ji bo mêvanên xwe xwarinên xweş çê bike goştê sor distîne; li ber goştê sor, birinc, cacix û tirşik tê çêkirin. Tevdîrên din jî çerez, sazbend(orkestra), bangname hwd. Dema ku ew tişt amade bûn, pişt re eger ku hebe birayê zavê an jî pismamê zavê ji nas û xwediyên xwe re bangname dişînin, wê demê ji bo dawetê merêvin zavê yê ku ji bajarên dûr dijîn jî tên tevlî dawetê dibin.
Roja pêşiya dawetê danê nîvro malbata zavê hin erebeyan digirin û tevlî milletên xwe diçin mala bûkê ji bo hina bûkê, belê roja pêşiya siwarkirinê jî hina bûkê çê dibe. Ew çax jî mîna heftelixê ye û bi rastî demeke pir xweş e. Lê ji bo bûkê û malbata wê hinek bi xemgînî derbas dibe, lewra ew şev ji bo bûkê şeva dawî a mala bavê wê ye. Ew şev dawet heya derengî şevê didome. Dema ku qediya jî malbata zavê û hemû mêvan belav dibin û diçin li malên xwe lê bûk, berbû û xwişkek an jî dotmameke zavê li ba bûkê dimînin. Roja din malbata zavê sibeh zû radibin dîsa tevdîrên xwe dibînin û sibehê birazava, zava hildide û diçin mala bûkê. Bûkê tevî berbû hildidin diçin kuaforê dema ku karê wan diqede, vedigerin diçin li mala bûkê û li benda malbata zavê disekinin. Dema ku malbata zavê tê ku bûka xwe bibin, birayê bûkê qurdela pişta wê girêdide û xwişka bûkê jî li pêş derî diskine ji bo bavê zavê xelatek bide wê, heya ew xelata xwe nestîne rê nade wan. Pişt re jî dawetvan li erebê xwe siwar dibin û diçin mala zavê.
Dema ku bûk tê li ber derî sazbend dest bi stranan dike û hinek ciwan jî guleyan berdidin hewayê, dû re ciwan dest bi govendê dikin, bûk û zava li cîhekî rûdinin û keç û xort tên wan pîroz dikin. Govend heya nîvro, heya ku xwarin amade be, didome, dema ku xwarin tê sazbend disekinin û camêrek tepsiyek hildide û ji bo mirovên ku hatine dawetê xelatên xwe bavêjin diçe cihê ku mêr lê kom bûne. Jinek jî bi wî awayê diçe nav jinan ji bo xelatên jinan. Dema ku mêvan xelatên xwe avêtin ew camêr bi dengekî bilind dibêje çiqas xelat hatiye li ser dawetê û dû re jî ji bo mêvanan xwarinê tînin. Pêşiya xwarinê çerezan belav dikin. Dema ku mêvanan xwarinên xwe xwarin û çerezên xwe hildan diçin cem bav û apên zavê ji bo daweta wan pîroz bikin. Piştre jî ciwan û mezin dest bi govendê dikin û govend heya hina zavê didome. Bêriya hina zavê birazava ji bo ciwan werin li ser hina zavê gazî wan dike û ji wan re kaxizên hinê dişîne. Dema dibe êvar hina zavê dest pê dike, ciwan tên li ser hinê û bi gelemperî deh panot davêjin li ser hinê. Ew pereyê ku tê ser hinê ew dighêje birazava, dema ku hine xilas dibe, hinek ciwan diçin li ser banî agirbazî(havaî fîşek)diteqînin, pişt re jî govend dîsa dest pê dike û bi coşeke mezin didome. Heya nîvê şevê berdewam dike.
Em dîbêjin Xwedayê mezin mirazê hemû ciwanan bike…
Ez niha dixwazim ku tîştekî zelal bikim, cara serî mîn qala gelend kiribû, ez dixazim bila xwendevan qelend şaş fêhm nekin ew qelend ne ku ji bo keçikê didin bavê wê, belê bavê zavê hinek zêr dide bavê bûkê lê bavê bûkê jî ev qelendê hanê ji keçika xwe re dike cihêz, li aliyê Milazgirê bi gelemperî wisa ne, lê mixabin li hin cihan hîn jî qelend heye ew tîştên wiha bi rastî ji bo me Kurdan jî tiştekî nebaş e. Ez disa jî dibêjim eger ku qelend ji bo cihêzê keçikçê be, ji bo alîkariyê be tiştekî ne xirab e. Bila kes çanda me şaş fêhm neke û şaş nede naskirin.
Di dawiyê de jî ez dikarim wiha bêjim, çanda me Kurdan bi rastî pir dewlemend e lê mixabin niha bi taybetî jî di nav ciwanan de hinek hatiye bişavtin, lewra li çanda xwe xwedî dernakevin.
Ji bo van agahiyên der heqê dawetê de ji bo alîkariya dapîra min, xalê min mamoste Tûncer û mamosteyê hêja Mihyedîn Acun re spasî dikim.

Ozan Aktekîn
Xwendekar





Lihat lebih banyak...

Comentários

Copyright © 2017 DADOSPDF Inc.